Şanda Neteweyên Yekbûyî dê li Kerkûkê lêkolînê li ser bi erebkirinê bike

Sergerdan-KDP.info- Biryar e îro şandek ji Neteweyên Yekbûyê serdana nahiyeya Sergerdan a Kerkûkê bike ji bo lêkolîna derbarê bi erebkirina wê navçeya Kurdistanî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve.
Duhî şandek ji parlamenterên Kurd di Parlamentoya Iraqê de serdana nahiyeya sergerdan a bajarokê Dubiz ê ser bi parêzgeha Kerkûkê ve kirin, ji bo rawestandina bi erebkirina wê navçeya Kurdistanî, lê wek Rêveberê Nahiyeya Sergerdan Luqman Ehmed dibêje, piştî ku ew şand vegeriya Bexdayê, Erebên şofînî êrîş kirin ser gundiyên Kurd û wê şandê ti çareseriyek nekir.
Wan parlamenteran piştî serdana xwe ragihandin ku wan ji nêzîk ve proseya bi erebkirina gundên Kurdan li sergerdan dîtin û ji wezîrê navxwe yê Iraqê re gotine û wî jî soza lêkolînê li ser wan bûyeran daye, ku careke din rê nedin polîsên federal ên Iraqê karê bi erebkirinê bikin. Herwiha wan parlamenteran ji rojnamevanan re tekez kirin ku Ereb li Sergerdan dixwazin bi zorê erdê wan cotkarên Kurd ji wan bistînin û gefê li wan dikin û ji wan re dibêjin divê hûn ji navçeyê bar bikin.
Luqman Ehmed derbarê serdana wê şandê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Wê şandê ti çareseriyek pêşkêş nekir û jibilî wê jî, bi wê serdanê rewş aloztir bû ji ber ku piştî vegera wan Erebên şofînî êrîş kirin ser welatiyên Kurd û alozî derket.”
Ehmed wiha got: “Li Sergerdan zilmekî mezin li Kurdan tê kirin û dixwazin bi zorê li ser erd û gundên Kurdan rûnên û Erebên serdema Beis ku Sedam ew anîbûn ser erdê kurdan, dîsa wan bînin û erd û gundên Kurdan bidin wan.”
Rêveberê Nahiyeya Sergerdan wiha domand: “Em texsîriyê nakin û em bang li hemû aliyên pêwendîdar li Hewlêr û Bexdayê dikin. Herwiha biryar e îro Yekşemê şandeke Neteweyên Yekbûyî jî serdana Sergerdan bike, da ku ji nêzîk ve rewşa wan gundên Kurdan bibînin û lêkolînê li bi erebkirina wê navçeyê bikin.”




