PKK bi zindana salekê serkirdeyekî PDK-Sê ceza kir

Dihok-KDP.info- Serkirdeyekî PDK-Sê ragihand ku PKK li ser reftarên xwe yên xwesepên û dûr ji buhayên mirovane berdewam e û duhî serkirdeyekî wan bi zindana salekê ceza kirin.
Remezan Şêxo serkirdeyê PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “Dadgeha PKKê duhî li Rojavayê Kurdistanê Serkirdeyê partiya me Salih Cemîl Umer bi zindanîkirina salekê ceza kir.”
Şêxo wiha got: “Salih Cemîl pêştir jî ji aliyê PKKê hatibû zindanîkirin û çendîn car hatibû azadkirin, ew jî bê ku tiştek li ser hebe. Lê vê carê bi zindana salekê ew ceza kirine. Belê PKK jiyana siyasî û keysa niştimanî li Rojava jinav biriye.”
Tê zanîn ku hejmareke mezin ji serkirdeyên PDK-Sê û ENKSê li Rojavayê Kurdistanê ji ber pirsên siyasî di zindanên PKKê de ne û ofîsên wan jî bi zorê hatine girtin.




