Heşda Şeibî rêya alîkariyan û çûnûhatinê li ser Şingalê girtiye

Şingal-KDP.info- Rêveberê Asayişa Rojavayê Diclê Emîd Aştî Koçer dibêje, Heşda Şeibî xelkê Şingalê dorpêç kirine û rêya alîkariyan û çûnûhatinê li ser wan girtiye.
Emîd Aştî Koçer ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya demekê, me wek Herêma Kurdistanê biryar da ku ji bo xelkê Şingalê riya Dihok – Şingalê vekin, lê Heşda Şeibî ji me re got ku rê venakin û Bexda biryara vekirina wê riyê nedaye, lewma jî ew rê hêj girtî ye û nehatiye vekirin.”
Koçer behsa sedema girtina wê rêyê dike û dibêje: “Êzdiyên nava Heşda Şeibî ji Fermandarê Heşda Şeibî Hadî Amirî re gotine, eger rêya Dihokê bê vekirin dê xelkê Şingalê yê ku vegriyane Şingalê dê dîsa koçberî Kurdistanê bibin ji ber ku di rewşeke pir dijwar de dijîn. Fermandarê Heşda Şeibî Mehdî Muhendis jî ji me re got ku ew rê nayê vekirin û xelkê Şingalê dikarin bi riya Şingal – Mûsilê ve biçin û bên, ku ew rê jê pir zehmet û dûr e.”
Koçer ragihand: “Xelkê Şingalê di rewşeke pir xerab de ne, ji ber ku Heşda Şeibî rêya çûn û hatinê li ser wan girtiye û herwiha nahêle alîkariyên rêxistinên mirovî jî bighên wan, nexasim jî alîkariyên Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî. Xelkê Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine dorpêçkirin û rewşa wan pir dijwar e, nexasim jî yên ku li ser Çiyayê Şingalê ne.”




