25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Wezîrê Navxwe yê Iraqê hewl dide ji bo vekirina balafirgehên Kurdistanê”

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Îro şandek ji Wezareta Navxwe ya Kurdistanê ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqêciviya û endamekî wê şandê jî dibêje Wezîrê Iraqê soza çareserkirina pirsgirêkan da û dê hewl bide ji bo vekirina balafirgehên Kurdistanê.

Rêveberê Giştî yê Regeznameyê li Hewlêr Emîd Ebdulrehman Gerdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro şanda fermangehên pasportên regeznameyê yên parêzgehên Kurdistanê ligel Wezîrê Navxwe yê Iraqê Qasim Ehrecî derbarê çend pirsan civiya. Me di civînê de çend pirsgirêk pêkêşî wezîrê navxwe kirin û wî jî soz da me ku komîteyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên fermangehên paspor û îqame û regeznameyên Kurdistanê, pêk bîne û çi pirsgirêkek hebe çareser bikin. Piştre jî me çendîn pêşniyar dan wezîr ji bo baştirkirina karê fermangehên me.”

Derbarê pirsa vekirina balafirgehên Kurdistanê jî, Gerdî wiha got: “Yek ji daxwazên me bo Wezîrê Navxwe yê Iraqê vekirina balafirgehên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê bû. Wî jî soz da me ku her dema ku di civîna Encumena Wezîran de ew pirs têkeve dengdanê de, dengê xwe bide vekirina balafirgehan û dengê me bighîne hikûmetê.”

Nûçeyên têkildar