Pispor: Helwesta Amerîka û civaka navdewletî dê li ser Ebadî bê guhertin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrê siyasî Dr. Ebdulhelîm Xesro dibêje, eger Hikûmeta Iraqê û Serokwezîrê Iraqê berdewam bin li ser redkirina danûstandin û diyalogê ligel Herêma Kurdistanê, wê demê dê helwesta Amerîka û civaka navdewletî jî li ser Ebadî bê guhertin.
Hikûmeta Iraqê tevî hewlên navdewletî ji bo destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de, lê heta niha red dike ku danûstandinan ligel Kurdistanê bike.
Derbarê wê yekê de, Çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê Dr. Ebdulhelîm Xesro ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê ji ber 2 xalên sereke danûstandinan ligel Kurdistanê nake, ew jî ya yekem, ku aliyên Iraqî dibêjin çiqasî Bexda dijayetiya Bexdayê bike ewqasî dikeve berjewendiya Ebadî de ji bo hilbijartinên bê. Amerîka jî dixwaze Ebadî wek serokwezîrê Iraqê bimîne, lê bêguman eger Ebadî berdewam be li ser redkirina diyalogê ligel Kurdistanê dê helwesta wê û ya civaka navdewletî jî li dijî Ebadî bê guhertin.”
Derbarê xala duyem jî wî psporî wiha got: “Hikûmeta Iraqê jî bi xwe di qeyrana darayî de ye, lewma naxwaze diyalogê bi Kurdistanê re bike, ji ber ku nikare pereyên Kurdistanê bide û dibe ku ew kirîza darayî heta hilbijartinan ku 5 mehên din e, berdewam be.”
Xesro wiha domand: “Eger Amerîka bi cidî kar bike ligel Almanya û Fransa û zextê li Bexdayê bikin, dê Hikûmeta Iraqê neçar be ku ligel Kurdistanê danûstaninê bike. Bêguman dê helwesta Amerîka bê guhertin û wek xwe namîne.”




