26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li şûna çadiran hemû penaberên Rojava dibin xwedî xanî

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Berpirsê Ragihandina Borda Karûbarê Mirovî li Parêzgeha Dihokê Salim Seîd ragihand ku bi alîkariya Parêzgeha Dihokê û rêxistinên mirovî dê ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê li şûna çadiran xanî bên avakirin.

Salim Seîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Herêma Kurdistanê 4 kamp hene ku penaberên Rojavayê Kurdistanê tê de ne û zêdetirî 140 hezar kes ji wan navê xwe li cem me tomar kirine, lê ji ber çûn û hatina wan hejmar kêm bûye bo 72 kesan.”

Seîd wiha got: “Niha hemû kamp bûne xanî û çadir kêm mane, ku ew jî dê di demke nêzîk de dê bibin xwedî xanî, ev yek jî wan ji gelek nexweşiyên mîna serma û germa û şewata çadiran diparêze. Penaber jî bi vê yekê pir dilxweş in.”

Nûçeyên têkildar