Bexda alîkariya koçberên Kerkûk û Xurmatû nake

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Koç û Koçbera a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şakir Yasîn ragihand ku Hikûmeta Iraqê alîkariya koçberên Kerkûk û Xurmatû nake.
Şakir Yasîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Nûnerê Yekêtiya Ewropa ji Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û pirsa koçberên piştî 16 Oktoberê gotûbê kiriye ligel Herêma Kurdistanê, ku Hikûmeta Iraqê tevî rêkeftinan wek pêwîst alîkariya koçberên Kerkûk û Xurmatû û Deşta Neynewa nake. Herwiha civaka navdewletî û rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî jî alîkariya wan nekirine. Lê biryar e şandek ji Hikûmeta Iraqê serdana Kurdistanê bike bo pirsa wan koçberan û piştre emê bibînin ka dê Bexda heta bi çi astekê pêbend be bi şandina alîkariyan ji wan re, ku ew jî cihê gumanê ye.”
Yasîn wiha got: “Hikûmeta Iraqê guvaşê dixe ser koçberan ji bo ku vegerin ser cihê xwe û biryar daye ku her fermanberek heta mehekê venegere dê mûçeyê wî bê qutkirin û nabe alîkariya wî bê kirin.”




