“Rûsya li Kongreya Sûçî rewatiyê bide Esed”

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Biryar e di dawiya meha bê de li Rûsya Kongreya Sûçî bo çareserkirina kêşeya Sûriyê were lidarxistin. Beşek ji opozisyona Sûriyê dibêje em tê de beşdar nabin. Herwiha hêj nexuya ye ku Kurd dê beşdar bibin yan na.
Kongreya Sûçî dê 29 û 30ê meha bê de were lidarxistin û çavkaniyekê ji opozisyona Sûriyê ji ajanseke Kazaxî re ragihandiye ku herdu welatên Îran û Tikriyê li dijî beşdariya PYDê ne di Kongreya Sûçî de.
Derbarê wê yekê de, Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Helwesta Tirkiyê ne tiştekî xerîb e, me zanîbû dê ev helwesta wê be, lê em amade ne di her kongreyekê de beşdar bin ku taybet bi çareserkirina kêşeya Sûriyê. Me jî di medyayê de bihîstiye ku dê hinek Kurd di wê kongreyê de beşdar bibin.
Herwiha Serokê berê yê ENKSê Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha em nehatine vexwendin bo kongreya Sûçî, lê me ji Wezareta Derve ya Rûsya re gotiye ku em amade ne beşdar bibin, lê hêj nexuya ye ku emê beşdar bibin yan na, ji ber ku hêj vexwendin ji me re nehatiye.”
Derbarê helwesta opozisyona Sûriyê jî, endamê Kurd di opozisyona Sûriyê de Fûad Elîko ji malpera KDP.info re ragihand: “Me wek opozisyonê berê jî biryar daye ku em di wê kongreyê de beşdar nebin ji ber ku ne di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye û armanca Rûsya ew e ku rewatiyê bide Beşar Esed û em jî tê de beşdar nabin.”




