Heşda Şeibî û PKK rêkeftina xwe berfireh dikin

Hewlêr-KDP.info- Fermandarekî Heşda Şeibî dibêje, bi berfirehkirina rêkeftina Heşda Şeibî ligel YPG a ser bi PKKê ve, êdî sînorê Iraq û Sûriyê baştir tê parastin.
Qasim Muslih Fermandarê Hêzên Heşda Şeibî li Parêzgeha Enbar behsa rêkeftina xwe ligel PKKê dike, di dema ku di çend rojên borî de hêzên Iraqê li ser sînorê ligel Sûriyê rastî êrîşan hatibûn. Helbet hêj nexuya ye ku kî li pişt wan êrîşan bû, gelo paşmayên DAIŞê bûn.
Qasim Muslih ji Reutars re gotiye, ji ber çend êrîşên ji aliyê Sûriyê ve, hêzên Lîwaya 13 a ser bi Heşda Şeibî ve, çûne ser sînor bicîh bûne.
Piraniya hêzên Heşda Şeibî Îran piştevaniya wan dike û fermana xwe ji Îranê werdigrin. Kurd û Sune jî ligel wê yekê ne ku piştî şerê DAIŞê êdî ew hêz nemînin, ji ber ku gelek tawanan dikin û berpirs in li hemberî binpêkirinên ku li Iraqê bi giştî çêbûne.
Rastiya rêkeftina di navbera Heşda Şeibî û hêzên ser bi PKKê ve wê demê eşkere bû, dema hêzên PKKê li Şingalê bi fermana Heşda Şeibî û bi mûçeyên baş kar ji bo Heşda Şeibî kirin û xizmeta wê kirin.
Ew hêzên ku ser bi Îranê ne, êdî gihîştine sînorê Sûriyê û ji aliyê Sûriyê ve jî, PKK ku ligel rêjîma Sûriyê hevpeyman e, ji sînorê Iraqê û heta bi parêzgeha Helebê, di destê wê de ye û bi vê yekê rêya Îranê ji Tehranê heta bi Helebê û Şam û Laziqiyê vekirî ye.
Ew fermandarê Heşda Şeibî dibêje, bi berfirehkirina rêkeftina Heşda Şeibî ligel YPG, êdî sînorê Iraq û Sûriyê baştir tê parastin.




