Yekgirtû mana xwe di Hikûmeta Kurdistanê de ragihand

Hewlêr-KDP.info- Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê mana xwe di Hikûmeta Kurdistanê de ragihand û daxwaz dike di demeke destnîşankirî de hikûmet gavan bavêje ji bi başkirina rewşa Herêma Kurdistanê.
Berdevkê fermî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hadî Elî, biryarên civîna duh 23.12.2017ê ya encûmena cîbicîkar a partiya xwe xwend û ragehand: “Civîn daxwaz dike lijneyek li parlamentoya Kurdistanê pêkbê bo pêdaçûn û lêpirsîn li bûyerên çend rojên borî li bajar û bajarokên Kurdistanê pêkbîne, ku tevgera sivîl û aştiyane ya wan bûyeran ji rê derxistin.”
Derbarê helwêstê Yekgûrtû bo vekêşîna ji hikûmetê de jî hate ragehandin ku: “Me baş zanî ku, Yekgirtû helwêst di berjewendiya başkirina jiyana hemwelatiyan de bigre û biryar hate dayîn ku heta 15ê meha 1 a 2018ê molet ji hikûmetê re bide û şandeke Yekgirtû jî daxwazan xwe radestî hikûmetê bike û eger hikûmet ti bersiveke erênî li hember wan daxwaza nede, wê demê wek Yekgirtû em helwêstê dê zelal bikin.”




