26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sertaç Bucak: Destê derve li pişt xwepêşandanên Başûr in

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak ragihand ku ev çend roj in ku li çendîn bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê xwepêşandan birêve diçin û destê welatên derve li pişt wan xwepêşandanan e.

Sertaç Bucak ji malpera KDP.info re ragihand: “Em piştgiriya her xwepêşandan û çalakiyeke sivîl û şaristanî ne û her kes jî ligel wê yekê ye, ew jî dema ku xwedî mîkanîzmeke demokrasî û aştiyane be. Em zanin rewş xerab e, lê xerabtir nekin û tenê bi riya yekîtiyê dê ev qonax derbas bibe.”

Serokê PDK-Bakur wiha got: “Di dema ku nîvê axa Başûrê Kurdistanê di bin dagîrkirina milîsan de ye û ew milîs sivkatiyê bi ala û tevahiya Kurdistanê dikin, xwepêşander êrîşî navendên hikûmî û hizbî yên Kurdistanê dikin û agir berdidin wan û bi çekan êrişî hêzên ewlehiyê dikin, wê demê ev xwepêşandan dûr in ji prensîpên yasayî û demokrasî û herwiha nerewa ne, ku destê derve li pişt wan karên kirêt in û em bi hemû awayekî dijî wan karan e.”

Sertaç Bucak wiha domand: “Ev karên xerab dûr in ku yekîtiya helwesta Kurdan û welatparêziyê, ku destê derve û herwiha destê hundir jî li pişt wan e û divê Kurd baş zanibin ku xwepêşandanên bi vî awayî qet nakevin xizmeta wan de, û niha tenê rêya yekrêziyê û yekîtiyê ji me re pêwîst e.”

Bucak peyamek ji gelê Kurd re şand û tê de got: “Divê Kurd û Kurdistanî wê yekê zanibin ku niha pêwîstiya Kurdan bi hev heye û pêwsît e xwe ji destê derve dûr bigrin, ji ber ku tenê armanca wan welatan jinavbirina gelê Kurd e.”

 

Nûçeyên têkildar