Raniye- Bi çekan êrîş kirin ser navenda PDKê û piştre şewitandin

Hewlêr-KDP.info- Piştî ku xwepêşanderan bi çekan êrîş kirin ser navenda Şaxa 11 ya PDKê li Raniye, xwepêşanderan ew navenda PDKê şewitandin.
Piştî ku îro Raniye xwepêşandan hatin kirin, xwepêşanderan êrîş kirin ser Şaxa 11 ya PDKê û piştî ku wan xwepêşanderan çekên klaşînkof û BKSê bikar anîn, berpirs û kadirên şaxa PDKê ji navenda xwe derketin û xwepêşanderan ew navend şewitandin.
Ji ber wan xwepêşandan û tevliheviyên ku li Raniye çêbûne, 5 kes hatine kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûne.




