Çemçemal- Navendên PDKê li Tekiye û Axceler hatin şewitandin

Çemçemal-KDP.info- Kadirekî PDKê li Çemçemal ragihand xwepêşanderan 2 navendên PDKê li nahiyeyên Tekiye û Axceler şewitandin û gefa şewitandina navenda Şaxa 19 ya Çemçemal dikin û hêzên ewlehiyê jî rêgiriyê li wan dikin.
Îro li Koye û Helebçe xwepêşanderan navendên PDKê hatin şewitandin û niha jî 2 navendên din li Çemçemal şewitandin.
Kadirê Pêşkeftî yê PDKê li Çemçemal Îsmaîl Henareyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê êvarî xwepêşanderan êrîş kirin ser herdu navendên Tekiye û Axcelere û herdu navendên me şewitandin, lê cihê dilxweşiyê ye ku ti hevalekî me ziyan nedîtiye û tenê navend hatine şewitandin.”
Îsmaîl Henareyî wiha got: “Di nava bazara Çemçemal de hêzên ewlehiyê rêgirî kirin li xwepêşanderan ku navenda şaxa 19 ya PDKê û Dîwana Qayimeqamiya Çemçemal bişewitînin û em di nava navenda xwe de, lê dibe ku êrîş bikin ser me û derbasî navendê bibin.”




