26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Koye û Teqteq navendên PDKê hatin şewitandin û talankirin..7 kadir û Pêşmerge birîndar in

Çavkanî: KDP.info

Koye-KDP.info- Li bajarokê Koye navenda PDKê ji aliyê xwepêşanderan ve hat şewitandin û herwiha navenda PDKê li navçeya Teqteq jî hat wêrankirin. Alaya Kurdistanê û ya PDKê anîne xwarê û 7 Pêşmerge û kadirên PDKê birîndar bûne.

Li bajarê Silêmanî û çend bajar û bajarokên din ev 2 roj in xwepêşandan in û li hin cihan alozî derketine.

Berpirsê Şaxa 24ê ya PDKê li Şeqlawe Hîwa Ehmed Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Navenda PDKê li Koye ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye şewitandin û navenda Teqteq jî destê xwe danîne ser û piştî ku gule berdanê, derbasî hundirê wê bûne, alaya Kurdistanê û alaya PDKê daxistine û 7 Pêşmerge û kadirên PDKê birîndar kirine.”

Hîwa Ehmed Mistefa wiha got: “Her xelk ji wan karan ziyanê dibînin. Li cihekî weke Koye kî ji şewitandina qayimeqamiya Koyê qezenc dike? Baş e kî îdareya wê xelkê dke? Lewma kes nizane ew daxwaza çi dikin û çima wan karan dikin.”

Li gorî agahiyên malpera KDP.info, xwepêşanderên Teqteq çek helgirtine û ew cihên ku êrîş dikin ser, wêran dikin û dişewitînin û êdî êrîşî ser Rêveberiya Karebaya Koyê jî dikin.

Nûçeyên têkildar