Hikûmeta Kurdistanê: Tevlihevî û hewlên têkdana aramî û seqamgîriyê nayên qebûlkirin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, xwepêşandan mafekî rewa yê hevwelatiyan e û hikûmetê herdem berevanî li wî mafê wan kiriye û dê bike û tekez dike, lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilgiranî ve bera xwe dide wan bûyer û kirdarên kirêt û wan tundûtîjiyên ku îro yên li sînorê Silêmaniyê çê bûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, di demeke hesas a weke niha de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî pîlanên têkderane yên dijiminan bo nehêlana statuta Herêma Kurdistanê hatiye, ew xwepêşandan ji bilî neyar û dijminan xizmeta ti kesî nake û bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanên îro yên li Helebce û Silêmaniyê de daxuyaniyek belav kir û tê de zêdebarî wê yekê ku xwepêşandan weke mafekî rewa yê xelkê bi nav kiriye, lê dilgiraniya xwe li hember tundûtîjiyên di xwepêşandanan de nîşan da.
Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Em dibînin ku xwepêşandan mafekî rewa yê welatiyan e û em berdewam bergiriyê li wî mafî dikin, lê em ji wan karên neşaristanî û tûndûtîjî yên ku îro li çend bajar û bajarokên Kurdistanê çêbûn, ku tê de hejmareke fermangehên hikûmî û navendên hizbî ketin ber êrîşa xwepêşanderan û çend kes birîndar bûn û milk û malê welatiyan tê de ziyan dîtin, em ji ber wan dilgiran in.”
Hikûmeta Kurdistanê wiha domand: “Xwepêşandanên aram û bi şaristanî bo daxwaza mafên rewa û di çarçoveya yasayê de, em wek karekî demokrasî dibînin û bi temamî jî rê jê re vekirî ye, lê siwarbûn li ser maf û daxwazên welatiyan bo encamdana tûndutîjiyê û gihandina ziyanan bi mal û milkê welatiyan û derxistina tevliheviyê û têkdana aramî û seqamgîriyê nayê qebûlkirin, nexasim jî ku niha Herêma Kurdistanê di qonaxeke dijwar de derbas dibe û ji hemû aliyan ve rûbirûyî metirsiya têkdan û hilweşandina statuya wê ya siyasî û destûrî dibe, ku ev yek jî ti sûd û xizmetekê naghîne ti kesî, jibilî neyarên Kurdistanê.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de daxwaz ji saziyên ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye kirin, ku bi berpirsyarî û li gorî yasayê serederiyê li gel bûyeran bikin û tê gotin: “Dezgeh û saziyên têkildar ên hikûmetê divê bi awayekê şarsitanî û li gorî yasayê serederiyê li gel bûyeran bikin û ser û mal û ewlehî û îstiqrara hevwelatiyan biparêzin. Rê jî neyê dank u xwepêşandan û kombûn ji bo ti armancan û ji aliyê her kesî ve were bikaranîn û aliyên binpêker rûbirûyê cezayên yasayî werin kirin.”




