Komîteyên Parlamentoya Almanya: Em hewla bihêzkirina pêgeha Kurdistanê didin

Almanya-KDP.info- Di civîna xwe de ligel şanda Herêma Kurdistanê, herdu komîteyên Derve û Bergirî yên Parlamentoya Almanya rola Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bilind nirxandin û piştgiriya xwe ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan dan.
Her di çarçoveya serdana xwe de ji bo welatê Almanya, îro şanda pilebilind a Hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Berlînê, di 2 civînên cuda de ligel Komîteya Pêwendiyên Derve û Komîteya Bergiriyê yên Parlamentoya Almanya, civiya.
Di wan civînan de rola Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê bilind hat nirxandin û herdu komîteyan dilgiraniya xwe li hemberî aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan dan û herwiha tekez kirin ku pêwîst e ew kêşe û alozî bi diyalog û li ser bingeha destûr bên çareserkirin, herwiha piştgiriya xwe ji bo serxistina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê û hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê nîşan dan.
Herdu komîteyan dan zanîn ku, netiştekî hêsan bû dema Parlamentoya Almanya biryar da ku alîkariyên serbazî bişîne derveyî welat, lê ji bo rûbirûbûna wan hêzên terorîst ku gef li hemû cîhanê dikin, parlamentoyê biryara şandina alîkariyên serbazî bo Hêzên Pêşmerge da. Herwiha ragihand ku êdî ew hewl didin ku pêgeha Herêma Kurdistanê bihêztir bikin, ji bo ku aramî li navçeyê bicîh bibe.
Komîteya Bergiriyê ya Parlamentoya Almanya di wê civînê de, tekez kir ku ewê berdewam bin li ser piştgiriya Hêzên Pêşmerge.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Parlamentoya Almanya kir li ser wê biryara wêrek a şandina alîkariyên serbazî ji bo Herêma Kurdistanê û hêviya berdewamiya wê û pêştirxistina pêwendiyên Hewlêr û Almanya kir. Herwiha Nêçîrvan Barzanî got ku pêwîst e Almanya ligel Yekîtiya Ewropa roleke berçav bibînin di destpêkirina diyaloga Hewlêr û Bexdayê de û herwiha piştî şerê DAIŞê pilaneke wan ji bo tevahiya Iraqê hebe, ji ber ku êdî DAIŞ bi awayekî nû derdikeve, lewma jî ji bo rûbirûbûna wê yekê pêwîstî gotûbêjeke cidî heye û pêwîst e Bexda jî ligel hemû aliyam hevkar be.




