Li Şingalê şer di navbera balên Heşda Şeibî de derket
__2017_12_13_h16m9s21__ER__2017_12_13_h18m27s33__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Çavkaniyekê ji Şingalê ragihand ku îro li Şingalê şer û pevçûn di navbera 2 balên Heşda Şeibî de rû da û kuştî û birîndar hene.
Çavkaniyeke agahdar li Şingalê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Şer di navbera Heşda Şeibî ya Êzdî û Heşda Eşîrên Erebî de derket û kesek hat kuştin û çend jî birîndar bûn.”
Wê çavkaniyê wiha got: “Şer ji ber wê yekê derket, ku Heşda Şeibî fewcek ava kiriye ji Erebên ku destê wan di komkujiya Êzdiyan de hebû, lewma jî şer di navbera Heşda Êzdiyan û wê fewca Ereban de derket û heta niha jî rewşa Şingalê nearam e.”
Îro danê sibehê li Şingalê, Êzdiyan li Şingalê li dijî wê fewca Ereban xwepêşandan kirin û tê de daxwaz kirin ku ew tawanbar ji Şingalê derkevin, ji ber ku egerê karesateke din heye.




