25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê dê bi hevahengî vê rewşê derbas bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Îro di civîna xwe, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tekez kirin ku vê rewşa niha bi hevahengî di navbera xwe de derbas bikin.

Di wê civînê de raporên Wezareta Darayî û Wezareta Samanên Sirûştî yên derbarê dahat û xerciyên giştî bo 6 mehên yekem ên 2018ê hatin diyarkirin û behsa bijardeyên li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û egerên rêkeftin ligel Hikûmeta Iraqê û rêknekeftin jî.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Serokatiya Hikûmeta Kurdistanê tekez kirin ku vê rewşa niha bi hevahengî di navbera xwe de derbas bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di wê civînê de ragihand: “Em dixwazin Parlamentoya Kurdistanê jî ha ji rewşa darayî ya Hikûmeta Kurdistanê û ji pêngavên hikûmetê ji bo çaksaziyan, hebe. Rast e rewşa Kurdistanê pir dijwar e, lê bi hevahengiya di navbera hikûmet û paralmentoyê de dê ev rewş bê derbaskirin.”

Nûçeyên têkildar