26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ebadî asmanê Herêma Kurdistanê firoştiye şîrketeke Brîtanî

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî asmanê bo dema 20 salan firoştiye şîrketeke brîtanî û balafirên wan bi ser Kurdistanê re diçin û tên, bê ku pereyan bidin Kurdistanê.

Ev zêdetirî 70 rojî ye ku Ebadî balafirgehên Kurdistanê li pêşiya balafirên navdewletî girtiye. Lê tevî wê yekê jî balafirên navdewletî bi ser asmanê Herêma Kurdistanê diçin û tên.

Çavkaniyekê ji Balafirgeha Hewlêrê ji malpera KDP.info re eşkere kir ku balafirên welatên Kendavê bi riya asmanê Herêma Kurdistanê diçin Ewropa.

Li gorî zanyariyên wê çavkaniyê, beriya niha ew balafirên welatên Kendavê bi riya asmanê Îranê diçûn Ewropa, lê niha riya xwe guhertine û bi asmanê Herêma Kurdistanê diçin asmanê Tirkiyê û piştre Ewropa.

Li ser derbasbûna balafiran di ser asmanê Iraqê re, Hikûmeta Iraqê pereyan ji şîrketên wan balafiran werdigre, û li gorî destûrê Iraqê divê para Kurdistanê jî ji wan pereyan hebe, ji ber ku balafir di ser Kurdistanê re jî diçin û tên.

Parlamentera Kurd û Endama Komîteya Xizmetan di Parlamentoya Iraqê de Emîre Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê para Kurdistanê ji wan pereyan nade. Heyder Ebadî heta 20 salan asmanê Iraq û Kurdistanê firoştiye şîrketeke Brîtanî û qet para Kurdistanê ji wê girêbestê nade.”

Attachments area
 

Nûçeyên têkildar