26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi boneya 65 saliya damezrandina Yekîtiya Afretên Kurdistanê peyamek ji wê yekîtiyê û ji hemû jinên Kurdistanê re şand û ragihand ku para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya 65yemîn salvegera Yekîtiya Afretên Kurdistanê ez gerimtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî sekreter û endamên Yekîtiya Afretan û hemû jinên Kurdistanê dikim.

Rola Yekîtiya Afretên Kurdistanê di xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de di hemû qonaxan de girîng û bi bandor bû. Herwiha para herî mezin ji êş û azarên gelê me li ser milê jinan bû, ku rolekî mezin dîtine di xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê de.

Di qonaxa niha de erkê Yekîtiya Afretên Kurdistanê ji hemû qonaxan hestiyartir e. Pêwêst e Yekîtiya Afretan bibe çavkaniya hişyariya neteweyî û niştimanî û pêgehandina jinan bo piştevanîkirina doza gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge û ji bo rûbirûbûna astengiyên ku niha li pêşiya gelê Kurdistanê ne.

Ez hêvîdar im ku ev boneya han bibe derfetek bo wê yekê ku Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi moraleke zêdetir kar bike ji bi kêmkirin û nehiştina êş û azarên jinan û parastina mafên wan di nava malbatan û li cihê kar û di hemû warên civakê de.

Mesûd Barzanî

11-12-2017”

Nûçeyên têkildar