Turkiya pilana xwe bo bi dûmahî hatina şer eşkere dike

Di konfransekî rojnamevanî de Beşîr Atalayî bernameyên hikûmeta Enqerê bo bi dûmahî hatina şer li gel PKK`ê eşkere kir.
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê û berpirsê şerê dijî terorê li wî welatî Beşîr Atalayî ragihand ku: "Gelê Tirkiyê xwazyare di demekî nêzîk de pirsa terorê bidawî bîne û em jî bo cîbicîkirina wan daxwaziyên gel stratejiyekî me yê eşkere heye."
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê ev amaje bi wê yekê kiriye ku, stratejiya hikûmeta Enqerê bo bi dûmahî hatina terorê li çend beşekî giring pêkhatiye. Her weha ew dixwazin gotûbêjên ku di holê dene bi dirustî birêve bibin û bighên armancekî giring ew jî razîkirina PKK`ê ye bo çekdanînê ye.
Beşîr Atalay got: "Pêwîste bi cidî bidûvçûnê bo vê qonaxê û gotûbêjan bikin û ew hêvîdarin di demek nêzîk de bighên wê armancê."
Atalayî cext kiriye ku, yek ji stratejiyên Enqerê eweye ku beşa budceya navçeyên şêniyên Kurd zêdetir bikin û projeyên aborî û rewşa welatiyên Kurd baştir bikin, ji bilî vê jî pêşkeftinên demokrasî bo pirsa Kurd encam bidin û got: "Projeya me bi navê (Projeya çarem a maf û dadweriyêye) hatiye amade kirin û têde amaje bi pirsa welatiyên Kurd hatiye kirin




