25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Usman: Deselatên Bexdayê şofonîzm in..Baweriya wan bi mafê Kurdan nayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd û Parlamenterê berê li Iraqê Mehmûd Usman dibêje, derbeya herî mezin a ku li DAIŞê ket bi destê Hêzên Pêşmerge bû, dema ku Ebadî pîrozbahiyê li Hêzên Pêşmerge nake, ew bi xwe ziyan dike. Usman wiha got, deselatên Bexdayê şofonîzm in û bawriya wan bi destûr û fedralîzmê nayê, baweriya wan bi mafê Kurdan nayê.

Mehmûd Usman ji malpera KDP.info re ragihand: “Heyder Ebadî dema ku dijayetiya referandumê dike û dibêje ew jî wek DAIŞê xerab e, Ebadî tiştekê xerab dike. Herwiha tişta duyem a xerab dema ku spasiya hemû hêzên Iraqê dike, lê behsa qehremaniya Pêşmerge nake. Hêzên Pêşmerge ji hemû hêzan zêdetir DAIŞ şikand û zêdetir şehîd û birîndar dan. Ebadî bi xwe gelek caran gotibû ku Hêzên Pêşmerge DAIŞ şikandine. Eger Ebadî xwe wek Serokwezîrê Iraqê bide zanîn, nabe helwesta wî wisa be, dema ku behsa Pêşmerge nake ew bi xwe ziyan dike, ji ber ku hemû cîhan dizane rola Pêşmerge çiqasî girîng bû, vêga eger Ebadî behs bike yan na.”

Dr. Mehmûd Usman wiha got: “Ji ber 2 tiştan Bexda li dijî me ye, ya yekê zihniyeta şofonîzm, ku dixwazin deselata wan li ser hemû tiştekî hebe û baweriya wan bi fedralîzmê nayê. Ya duyem jî, nêzîkbûna hilbijartinan e û her yek bi awayekî helwesta xwe nîşan dike, ji bo ku dengê xelkê ji xwe re kom bikin. Baweriya wan bi mafê Kurdan nayê.”

 

Nûçeyên têkildar