Pisporên Serbazî: Ne ji Pêşmerge ba, dê DAIŞ li Bexda ba

Hewlêr-KDP.info- Pisporên serbazî dibêjin, eger Hêzên Pêşmerge hêlên DAIŞê li Mûsilê neşkandibana, hêzên Iraqê qet nikarîbûn biçin nava Mûsilê. Herwiha tekez jî dikin ku ne ji Pêşmerge ba dê DAIŞ heta bi Bexda jî dagîr kiriba.
Duhî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi boneya şikandina DAIŞê li Iraqê spasiya hemû hêzên Iraqê kir, lê amaje bi rola Pêşmerge nekir.
Derbarê wê yekê de, Fermandarê Hêzên Pêşmerge û Pisporê Serbazî Cemal Murtke ji malpera KDP.info re ragihand: “Eger ne ji serkeftinên Hêzên Pêşmerge ba dê DAIŞ gihîştiba Bexdayê. Hêzên Pêşmerge hêleke din di şer re vekir û zexta li ser Bexdayê kêm kir û bi vê yekê DAIŞ lawaz bû. Ne ji Hêzên Pêşmerge ba, bêguman ev hikûmeta niha ya Iraqê dê ne ev hikûmet ba. Hêzên Pêşmerge hêla pêşî ya DAIŞê li Mûsilê şikand û rê ji hêzên Iraqê re vekir ku derbasî nava Mûsilê bibin. Eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba dê artêşa Iraqê çawa karîba Mûsilê rizgar bike.”
Murtke wiha got: “Heyder Ebadî gerek beriya her kesî spasiya Hêzên Pêşmerge kiriba, ji ber ku yê DAIŞ şikand Hêzên Pêşmerge bû. Divê Ebadî zanibe ku bi hezaran çekdarên DAIŞê li aliyê Hêzên Pêşmerge hatin kuştin û bi dehan serkirdeyên DAIŞê û wezîrên wan bi destê Hêzên Pêşmerge hatin kuştin. Ne ji Hêzên Pêşmerge ba dê heta niha DAIŞ li Iraq û Mûsilê ba.”
Hevdem Berpirsê Malbenda Germiyan a YNKê Mela Kerîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê şer û bergiriyeke qehremane kirin, eger ne ji Pêşmerge ba dê niha DAIŞ di qonaxeke din deba. Destpêkirina nemana DAIŞê li ser destê Hêzên Pêşmerge bû. Hêzên Pêşmerge bi hezaran çekdarên DAIŞê kuştin û bi hezaran kîlometir ji DAIŞê rizgar kirin. Bila Ebadî baş zanibe ku ji bo paşeroja navçeyê jî dê Hêzên Pêşmerge roleke bihêz bibînin û dê berdewam bin li ser parastina navçeyê.
Enadmê Polîtburoya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Fatih Reûf jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû serkirdeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de beşdar bûn. Hemû xort û zilamên Kurdistanê çek helgirtin û şerê DAIŞê kirin. Ebadî behsa rola Pêşmerge neke jî hemû cîhan dizane Hêzên Pêşmerge çi qehremaniyek nîşan dan û bila baş zanibe piştî DAIŞê eger heye ku hêzên din ên terorîstî ser hilbidin. Serkeftin ew e dema ti welatê xwe garentî bike. Gotina navê Pêşmerge we mezin dike, ne Kurdistanê, ji ber ku Kurdistan bi xwe mezin e.”




