Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge ji pîrozbahiya Ebadî mezintir in

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de bersiva daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî da, ku bi boneya bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê spasiya ked û xebata Hêzên Pêşmerge nekiribû, ragihand ku pêhega Hêzên Pêşmerge ji wê yekê mezintir e ku pêwîstiya wan bi pîrozbahiya Ebadî hebe.
Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye:
Îro Şemiya 9-12-2017 Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di demekê de bidawîhatina şerê li dijî DAIŞê li Iraqê ragihand, pîrozbahî li hemû hêzên çekdarî yên Iraqê kir û navê wan yek bi yek got, lê behsa Hêzên Pêşmerge nekir û qet amaje nekir bi rol û ked û qehremaniya Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de.
Mixabin birêz Ebadî careke din jî nikarî wek serokwezîrê welatekî helwêsta xwe nîşan bide, û dîsa jî nikarî rola Pêşmergeyên qehreman nîşan bide. Lê hemû cîhan şahid e ku cara yekê Hêzên Pêşmerge û beriya hemû hêzên Iraqê yên ku Ebadî pîrozbahî li wan kir, efsaneya DAIŞê şikandin. Eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, nedûr e ku niha me dîtina nîvê axa Iraqê hêj di destê DAIŞê de bû.
Birêz Ebadî ku vê carê jî nikarî dilreşî û kîneya xwe li hemberî Hêzên Pêşmerge veşêre, nizane û qet jî wê yekê fêm nake ku dê çawa wijdanê wî aram bibe. Dê çi ji zarok û malbat û mervê 1824 pêşmergeyên şehîd û zêdetirî 10 hezar pêşmergeyên birîndar bêje, di dema ku ew xwe wek serokwezîr dibîne û di dema ku ev hemû Pêşmerge di şerê DAIŞê de şehîd û birîndar bûne?. Êdî bi çi rûyekî çaverê dike ku gelê Kurdistanê bêjin em Iraqî ne.
Pêge û rêz û hurmeta Hêzên Pêşmerge û malbatên wan ên serbilind di nava gelê Kurdistanê û li ser asta cîhanê jî pir ji wê yekê mezintir e ku rojekê ji rojan pêwîstiya wan bi pîrozbahiya Ebadî hebe. Ne çavê Pêşmerge li pîrozbahiya Ebadî ye û ne jî pêwîstiya me bi rojek bêhnvedana Hikûmeta Iraqê heye, lê em hemû dilgiran in ku li şûna çêkirina zemînesaziyê ji bo gotûbêjan û çareserkirina pirsgirêkan, rojane cenabê serokwezîr berovajî tevdigere.
Wezareta Karûbarê Pêşmerge
9-12-2017”




