Konsulxaneya Brîtanya: Em piştgiriyê li mane û bihêzkirina Hikûmeta Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsa Beşê Siyasî yê Konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê Lusî Smês ragihand ku welatê wê piştgiriyê li mane û bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Îro şandeke Konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê bi serokatiya Berpirsa Beşê Siyasî yê Konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê Lusî Smês ligel Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîwelî civiya.
Di wê hevdîtinê de Hoşyar Sîweylî dilgiraniya gelê Kurdistanê nîşan da, li hember siyaseta nedestûrî ya Hikûmeta Iraqê û cezakirina bi komî ya gelê Kurdistanê bi riya dorpêçkirina Kurdistanê û bi riya bikaranîna hêzên leşkerî. Herwiha ragihand ku yek ji pirsgirêkên sereke yên dewleta Iraqê û hikûmetên wê, deselata hizra mezhebî ye.
Sîweylî wiha got: “Gelê Kurdistanê û dûr ji xwesteka xwe û bo berjewendiya gelên din, welatê wî ketiye ser bi Iraqê ve û di çarçoveya Iraqê de dijîn, ligel vê zilma ku li Kurdistanê hatiye kirin, civaka navdewletî çavê xwe girtiye li wan karesat û jenosîdên ku hatine serê gelê Kurdistanê û ji ber wan çavgirtina jî hêj karesat tên serê Kurdistanê.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîwelî wiha got: “Hikûmeta Iraqê û milîsên Heşda Şeibî tawanên şer û dijî mirovatiyê li dijî navçeyên Kurdistanî encam dane û siyaseta bierebkirina wan navçeyan dikin û dixwazin bi hêzê xwe feriz bikin bi ser wan navçeyan de, lê civaka navdewletî û Hikûmeta Brîtanya heta niha bêdeng in û gelê Kurdistanê biryara referandmê da ji bo ku careke din karesat û jenosîd neyên serê me.”
Berpirsa Beşê Siyasî yê Konsulxaneya Brîtanya li Hewlêrê Lusî Smês ragihand ku welatê wê piştgiriyê li mane û bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.




