26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Bexda karnameyeke nû da berpirsên Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

 

Civîna lijneya bilind a hevbeşa leşkerî ya navbera hikûmeta Bexda û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê bi dawî bû. Di civînê de şanda Bexda karnameyeke nû da berpirsên Kurdistanê.

Derbarê civînê de Rêveberê Ragehandina Wezareta Pêşmerge Helgurd Hîkmet ragehand ku civîna îro ya navbera wan û şanda Bexdayê bi dawî bûye û got: ‘’Di civînê de pirsgirêkên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêj kirin. Herwiha aliyê Bexda karnameyeke nû pêşkêşî me kir û piştî lêkolîn û nirxandina wê em dê bersiva wan bidin.’’

Helgurd Hîkmet wiha axifî: ‘’Biryara piştî lêkolîn û nirxandina wê karnameyê di civîna dahatû de ku dê li Bexdayê birêve here, em bersiva şanda Bexda bidin.’’

Nûçeyên têkildar