26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bi BDP’ê re civiya

Çavkanî: KDP.info

Serokê Parlemana Tirkiyeyê Cemîl Çîçek bi Hevserokê BDP’ê Selaheddîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anî. Çîçek û Demîrtaş di hevdîtinê de li ser makeqanûna (qanûna bingehîn) nû axivîn.

 

Hevserokê BDP’ê Selaheddîn Demîrtaş piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê. Demîrtaş diyar kir, ku hewldanên Cemîl Çîçek ên ji bo çêkirina makeqanûna nû “hewldanên hêja” ne û supasîya Çîçek kir.

 

Demîrtaş destnîşan kir, ku divê makeqanûna nû azadixwaz û sivîl be û wiha berdewam kir: “Ez hêvîdarim xebatên makeqanûna nû bi awayekî lezgîn berdewam bikin. 30 sal in Tirkiye bi makeqanûna derbeyê tê birêvebirin. Divê êdî makeqanûneke sivîl bê çêkirin. 30 sal in em li bendê ne, ji bo ku makeqanûna baş bê çêkirin em dikarin hinek din jî bisekinin. Divê makeqanûn nebe qurbana demê. Me ev nêrînên xwe ji birêz Çîçek re vegot. Hêvîdarim partiyên din jî piştgirî bidin me.”

 

Hevserokê Partîya Aştî û Demokrasî (BDP) herwisa da zanîn, ku di hevdîtinê de Cemîl Çîçek ji bo amadekirina makeqanûna nû dem diyar nekiriye û wiha got: “Divê ne gelek zû ne jî gelek dereng, makeqanûn di dema maqul de bê çêkirin.”

 

Nûçeyên têkildar