26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Bexda jibilî cezakirina gelê Kurdistanê ti pêngavan navêje

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya şandeke Balyozxaneya Kanada li Iraqê ragihand ku Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî û bêmerc amade ye bo çareserkirina nakokiyan ligel Bexdayê, lê Bexda jibilî cezakirina gelê Kurdistanê ti pêngavan navêje.

Îro Fazil Mîranî pêşwazî li Berpirsê Balyozxaneya Kanada li Iraqê Endro Tarnr û şanda pê re kir. Di wê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û aborî û ewlehî ya Iraq û navçeyê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî hat kirin, herwiha gotûbêj li ser pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û pêşhatên dawî û guhertinên piştî referandumê hat kirin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê hêvî xwest ku alîkariyên welatê Kanada bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê berdewam bin.
Derbarê aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Mîranî got ku, Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî û bêmerc amade ye bo çareserkirina nakokiyan ligel Bexdayê, lê Bexda jibilî cezakirina gelê Kurdistanê ti pêngavan navêje. Herwiha tekez kir ku Kurdistan dê bimîne aramgehek bo hemûyan.

Şanda Balyozxaneya Kanada jî spasiya Polîtburoya PDKê kir li ser vê pêşwaziyê û tekez kir ku pir girîng e aramî û seqamgîrî li Herêma Kurdistanê bicîh bibe û herwiha welatê wan piştevan e ji diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
 

Nûçeyên têkildar