Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Amerîkayê civiyan û di wê civînê de behsa proje bûdceya Iraqê kirin.
Îro Pêncşema 30-11-2017, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şandeke pê re kir.
Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê jî amade bû behsa pêşhatên dawî yên siyasî, rewşa ewlekarî ya Iraq, Kurdistan û deverê û herwiha projeya bûdceya giştî ya sala 2018an a Îraqê hate kirin.
Her di heman civînê de behsa têkiliyên du alî yên di navbera Washîngton û Hewlêrê de û çawetiya bihêztirkirina wan têkiliyan bi awayek ku li gor berejwendiyên her du aliyan be, hatine nîqaşkirin.
Di dawiya civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, bûyer û pêşhatên vê dawiyê û çareser kirina kêşeyên heyî di navbera her du aliyan de hate kirin.




