Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî ligel Serokomarê Iraqê civiyan

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand ku Hewlêr û Bexda dilxwaz in ku di demeke nêzîk de bi riya diyalog û gotûbêjeke giştî û baş, pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û bigihin jihevtêgiheştin û hevahengiyekê ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê de be.
Îro danê sibehê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî li Hewlêrê ligel Dr. Fûad Mehsûm Serokomarê Iraqê civiyan û di wê hevdîtinê de behsa hewlên çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêşhatên dawî, hatin gotûbêjkirin.
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ragihand ku Hewlêr û Bexda dilxwaz in ku di demeke nêzîk de bi riya diyalog û gotûbêjeke giştî û baş, pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin û bigihin jihevtêgiheştin û hevahengiyekê ku di berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê de be.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî hewlên Serokomarê Iraqê bo nêzîkirina nêrînên Hewlêr û Bexdayê bilind nirxand û tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê amade ye ji bo destpêkirina diyalogeke cidî.




