26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Rewşa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî demkî ye û dê derbas bibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand ku rewşa niha ya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî demkî ye û dê derbas bibe.

Serok Barzanî li Selahedînê li gel Encûmena Serkirdatiya PDKê ya li Hewlêrê û berpirs, endam û kadroyên liq û şaxên PDKê yên li Hewlêrê, civiya.

Di civînê de ku parlementer, endamên encûmena parêzgeh û hijmareke din ji berpirsên siyasî û îdarî yên ser bi PDKê amade bûn, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û bi berfirehî behsa pêşhatên dawî yên siyasî û referandum û qonaxa piştî refernadumê kir û balkêşande ser detayên bûyerên li Kerkûk û hurgiliyên xiyaneta ku hate kirin şîrove kir.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa vê yekê kir ku hertim diyalog û danûstandin çareseriya aştiyane û destûra bingehîn bijardeya gelê Kurdistanê bûye, lê binpê kirina berdewam ya destûr û nehêlana hevpariyê ji aliyê hikûmetên Îraqê ve bûn sedem daku rewşa han were hole.

Serok Barzanî got ku, niha hikûmeta Kurdistanê amade ye bo civîn û diyalogê li gel Bexdayê û tişta ku bo rê xweşkirin bo diyalog û giftûgoyê lazim be, pêk aniye û serkeftî bûna prosesa han li ser hikûmeta Bexdayê dimîne û pêwîst e Bexda dev ji şer û mercên xwe yên ferizkirî berde.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku sepandin û xweferizkirina dîfakto bi ser navçeyên Kurdistanî bi ti awayî nayê qebûlkirin û rewşa niha li wir demkî ye û dê were derbaskirin.

 

Nûçeyên têkildar