26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Piştrast bû ku biryara referandumê çiqasî rast û rewa bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî ragihand ku bûyerên piştî referandumê piştrast kirin ku biryara gelê Kurdistanê çiqasî rewa û rast bû.

Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li serok, sekreter û nûnerên partiyên Xrîstiyaniyên Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê hate gotûbêjkirin.

Serok Barzanî spasiya helwesta niştimanî ya partiyên Xristiyanî kir ji bo piştevanîkirina li proseya referandumê û behsa wan sedeman kir, ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê da û bûyerên piştî referandumê jî çespand ku biryara gelê Kurdistanê çiqasî rast û rewa bû.

Her di wê civînê de, proseya siyasî ya Kurdistanê xiste ber guftûgoyê û tekezî li ser encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Iraqê kir, wek çareseriyeke guncaw ji bo proseya siyasî ya herêmê.

Di beşeke din ya civînê de, tekezî li ser maf û beşdariya tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê di proseya siyasî û gerentiya mafên wan di destûra bê ya Herêma Kurdistanê de hate kirin, ku berî encamdana referandumê di belgeyekê de hatibû pesendkirin.

Rewşa navçeyên deşta Neynewa û teheda û gefên li pêş pêkvejiyanê û dahatiya wan navçeyan mijareke din a wê civînê bû.

 

Nûçeyên têkildar