26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Mihemed Kerkûkî sembola rûbirûbûna zordarî û xiyanetê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya gencê Kurd yê jêhatî Mihemed Mecîd Teyfûr Kerkûkî kir û ragihand ku Mihemed Kerkûkî sembola rûbirûbûna zordarî û xiyanetê ye.

Piştî ku Kerkûk ji aliyê Heşda Şeibî û pasdarên Îranê ve hat dagîrkirin, wî xortê Kurd alaya Iraqê ji ser otomobîleke Heşda Şeibî anîbû xwar û hêrsa xwe li dijî dagîrkirina Kerkûkê û xiyanetê nîşan dabû.

Serok Barzanî îro pêşwazî li wî ciwanî kir û di civînê de spasî û destxweşiyên xwe pêşkêşî wî gencê jêhatî yê Kerkûkê kir û rêzdariya xwe jî li hember çavnetirsî û qehremaniya Mihemed Mecîd yê ku li ber çavê tevahiya cîhanî sîngê xwe li hember zilma dagîrkeran rast kir bû, bi cêyê şanaziya gelê Kurdistanê wesif kir.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku Mihemed Kerkûkî bûye sembola rûbirûbûna zordarî û xiyaneta ku bi ser Kerkûkê de hatine sepandin.

Nûçeyên têkildar