Serok Barzanî: Ti hêzek nikare îradeya gelê me bo serxwebûnê bişkêne
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di pêşwaziya şandeke Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê de dibêje, ti kes û hêzek nikare îradeya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê bişkêne.
Serok Barzanî îro Dûşema 27-11-2017 pêşwazî li şandeke Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê kir.
Serok Barzanî di hevdîtina şanda Partiya Zehmetkêşan ya Kurdistanê de jî behsa rola niştimanî ya wê partiyê li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê kiriye û spasiya wê partiyê kiriye.
Serok Barzanî herwiha daye xuyakirin ku referandum mafekî rewa û demokratîk yê gelê Kurdistanê bûye û gotiye, ti kes û hêzek nikare îradeya gelê Kurdistanê bo serxwebûnê bişkêne.
Serok Barzanî li ser aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî ragihandiye ku ew piştgiriya çareserkirina arîşeyan bi awayekî aştiyane dike ne bi zora çek û sepandina hêzê.
Serok Barzanî ragihand ku ew ligel diyalog û çareseriya aştiyane ne, lê ferizkirina dîfekto û bi çekan, qet nasnameya navçeyên Kurdistanî naguhere.
Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan tekez kir li ser mafê gelê Kurdistanê ji bo serxwebûnê û da zanîn ku referanduma Başûrê Kurdistanê destkefteke dîrokî ye.




