26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentoya Kurdistanê biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê qebûl nake

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Ceifer Êmînkî ragihand ku ew biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê qebûl nakin, ji ber ku kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na.

Ceifer Êmînkî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Anadolu ragihand: “Dadgeha Federal a Iraqê biryar daye ku referanduma Başûrê Kurdistanê bê hilweşandin, lê em wê biryarê red dikin û qebûl nakin. Bila ew dadgeh li hemberî binpêkirinên Hikûmeta Iraqê li ser mafê gelê Kurdstanê bêdeng nebe.”
Êmînkî wiha got: “Biryara dadgeha Iraqê siyasî ye û bi ti awayekî pêwendiya wê bi destûr tune ye. Kar û deselatê wê dadgehê tenê ravekirina destûra Iraqê ye û nikare biryarê bide referanduma Başûrê Kurdistanê destûrî ye yan na. Iraq welatekî şikestî ye û ji hemû aliyan ve nema wek dewletekê ye.”
 

Nûçeyên têkildar