26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Nucêfî daxwaza kombûneka lezgîn a Encûmena Nûneran dike

Çavkanî: KDP.info

 

Serokê encûmena nûnerên Iraqê Usame Nucêfî dixwaze kombûneka lezgîn a encûmena nûneran ji bo guft û gokirin li ser arîşeyên niha yên welat, bihê sazkirin.

Ragihandina encûmena nûnerên Iraqê beyannameyek belav kir û tê de hatiye, ku serokê encûmena nûnerên Iraqê Usame Nucêfî dixwaze roja yekşembiya bihê kombûneka lezgîn a encûmena nûneran ji bo guft û gokirin li ser arîşeyên niha yên welat, bihê sazkirin û çareseriyek ji evan arîşeyan re bihê dîtin.

 

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî di daxuyaniya xwe ya duh de gef li xwepêşanderan xwar û got ku ger dawî li xwepêşandanan nehênin ew ê li dijî wan çek bi kar bînin. Lê belê Serokê Parlamentoyê Ûsame Nucef jî li Mûsilê daxuyand ku daxwazên xwepêşanderan rewa ne û soz da ku Madeya 4 a ku têkildarê ‘sûcên terorî’ ye, dê ji Makeqanûnê rabikin.

 

Nûçeyên têkildar