26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dubiz.. Heşda Şeibî 4 welatiyên Kurd revandin..Malên Kurdan talan dikin

Çavkanî: KDP.info

Pirdê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Partiya Azadî ya Kurdistanê Husên Yezdanpena li bakurê Kerkûkê ragihand ku çekdarên Heşda Şeibî li bajerokê Dubiz 4 welatiyên Kurd revandine. Herwiha tekez kir ku ew çekdar malên Kurdan li Dubiz û Pirdê talan dikin.

Husên Yezdanpena ji malpera KDP.info re ragihand: “Tevgera Heşda Şeibî li sînorê Dubiz û Pirdê berdewam heye û eger bikaribin dê êrîş jî bikin, lê Hêzên Pêşmerge di amadebaşiyeke temam de ne û qet rê nadin wan çekdaran ku gavekê jî pêşde bên.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Heşda Şeibî li Dubiz 4 welatiyên Kurd revandine û berdewam jî li wê deverê malê Kurdan talan dikin. Herwiha li bajerokê Pirdê yê bakurê kerkûkê jî ew çekdar malê Kurdan talan dikin.”

Nûçeyên têkildar