26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi boneya sersala nû

Çavkanî: KDP.info

Serokê wezîrên herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser tora xwe ya li Facebookê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Kurdistaniyan kir. Ev jî tekesta wê ye:

 

Sala nû 2013 li hemû Kurdistaniyan li her cihekî bin pîroz dikim, hîvîdarim sala nû bibe sala serkevtinê û aramiyê û xweşî û şadiyê ji bo hemûyan û bibe geşkirin û lipêşkevtina berdewam û avedaniyê û xweşguzeraniya bêtir bo Kurdistanê. Hêviya çêbûnê û silametiyê û vegeriyanê ji serokê komara Iraqê Celal Talebanî re dixwazim. Her di xweşîyê de bin û li sala nû xewin û hêvîyên we bicih bibin. Silav û rêz ji hemûyan re

Nûçeyên têkildar