26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal: Milîsên Heşda Şeibî xelkê direvînin..Rewş xerab e

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Encumena Qezaya Şingalê dibêje, ji dema ku milîsên Heşda Şeibî hatine Şingalê, revandin û tirsandina xelkê Şingalê zêde bûye, ku xelkê dêşînin.

Bexda bi navê serweriya destûr navçeyên Kurdistanî dagîr kiriye û ew navçe xistina bin destê çekdarên Heşda Şeibî.
Şingal yek ji wan navçeyan e ku Heşda Şeibî dagîr kirine û xelkê Şingalê li dijî hebûna wan çekdaran e û daxwaz dikin ew çekdar ji navçeyên wan derkevin.
Wek Serokê Encumena Şingalê Weys Nayif dibêje, ji dema ku ew çekdar hatine Şingalê rewşa Şingalê xerab bûye û revandina xelkê jî zêde bûye.
Weys Nayif ji malpera KDP.info re ragihand, Kurdên Êzdî ku ji ber Heşda Şeibî reviyane û li kampên Dihokê dimînin, li dijî wan çekdaran xwepêşandanan dikin û daxwaz dikin ew çekdar zû ji Şingalê derkevin, lê Bexda guh nade wan.

Nûçeyên têkildar