26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî û McGurk aloziyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Donald Trump ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk serdana Herêma Kurdistanê kir û li gel Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya û di wê civînê de aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî, Wezîrê Pilandanînê Elî Sindî, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amade bûne.
Di wê hevdîtinê de herdu aliyan kêfxweşiya xwe bi rawestandina aloziyan di navbera hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge de nîşan dan û tekez kirin ku pêwîst e diyalogeke cidî li ser bingeha destûrê Iraqê di navbera Hewlêr û Bexdayê de destpê bike.
Serokwezîrê Kurdistanê di wê civînê de amaje bi pêwendiyên Hewlêr û Waşinton de jî kir û hêvî xwest ku ew pêwendî zêdetir pêş bikevin û herwiha spasiya alîkariyên Amerîka bo Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku divê civaka navdewletî hewl bide ji bo diyalogeke cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku ew jî tekane rê ye ji bo çareserkirina aloziyan. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Kurdistan qet şer nexwestiye û berdewam amade ye ji bo gotûbêjan.
Di wê civînê de rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê û navçeyê jî hatin gotûbêjkirin.

Nûçeyên têkildar