25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Em ji ber rewşa Xristyanên Deşta Neynewa dilgiran in

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got: "Em li beramberî rewşa Xristyanên Deşta Neynewa û ew binpêkirinên li dijî wan tên kirin dilgiran in û bi ti awayekî Herêma Kurdistanê beramberî wan kiryaran bêdeng namîne."

Îro 16/11/2017an Di dema pêşwazîkirina serokê kenîsa kasolîkî Kildanî li Hewlêrê "Beşar Metî Werde", Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo xwestekên Xristyanên Deşta Neynewa da xuyakirin û got: "Emê hemû rêkarên yasayî û destûrî ji bo bidestxistina mafên hemû pêkhatên wan navçeyan bikar bînin, Em bi hêvî ne jî, ku welatiyên Xristiyan xweragir bin û ji welat bar nekin û rê li ber wê pîlanê bigrin ku dixwaze nasnameya wan navçeyan jêbibe."

Ji aliyê xwe ve serokê kenîsa kasolîkî li Hewlêrê behsa wê yekê kir, ku rewşa niha ya deşta Neynewa, bûye sedem ku mişextên kiristiyan nikaribin li navçeyên xwe vegerin. Bi gotina wî: "Ew dorpêça ezmanî ya li ser Herêma Kurdistan bûye sedem ku hatina alîkariyên navdewletî ji bo alîkariya Xristiyanan û avakirina deverên wan, bêne rawestandin."

Metran Werde tekez kir, ku "Take navçeya aram ji Xristiyanan re, Herêma Kurdistanê ye, em bi hêvî ne civaka navdewletî bi awayekî çalaktir piştevaniya Herêmê û Xristiyanan bike."

Nûçeyên têkildar