26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlamentoya Kurdistanê: Bexda gotûbêjan red bike emê ji proseya siyasî ya Iraqê vekişin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand wan ji nûnerên welatên biyanî re gotiye, “Eger Bexda bixwaze gotûbêjan bi Herêma Kurdistanê re red bike, bijardeya vekişyana Kurdan ji piroseya siyasî ya Îraqê vekirî ye.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê li gel konsûlên welatan li Herêma Kurdistanê civiya û peyama Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkên li gel Bexda gihandine nûnerên welatan.

Piştî civînê Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamevanî de guftegoyan red bike ew dê ji proseya siyasî ya Iraqê vekişin û ligel nûnerên welatên cihanî î behsa vê mijarê kirine.

Talebanî got, peyam gihandiye ku Herêma Kurdistanê pabendî gotûbêjên li gel Bexda ye lê eger Bexda bixwaze gotûbêjan bi Herêma Kurdistanê re red bike, bijardeya vekişyana Kurdan ji piroseya siyasî ya Îraqê vekirî ye, wan di civîna li gel konsulên welatan jî tekez li ser wê yekê kiriye.

Parlamentera bi ser Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve Bêgerd Talebanî wiha got: “Peyame weke kurdan ev e: Kurd mileteke aştîxwaz e, û dixwaze di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de ligel Bexdayê dest bi guftegoyan bike. Parlamentoya Kurdistanê duh li ser reşnivîsa bûdceya sala 2018 a Iraqê civiya û 18 rasparde dane hikûmetê. Di reşnivîsa bûdceyê de mafên giştî yên Kurdistanê têne binpêkirin. Ev yek dê bi awayekî cidî bandoreke xirab li debara xelkê Kurdistanê bike.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Cefer Êmînkî jî ragihand, Parlementoya Kurdistanê çend rasparde ji bo gotûbêjên Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê amade kirine û hêvî dikin di demeke zû de gotûbêj di navbera herdu aliyan de destpê bike.

Nûçeyên têkildar