26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmad Ehmed serdana pirojeyên Erbetê kir

Çavkanî: KDP.info

 Îro Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, hevrê digel Behroz Mihemed salih waliyê Silêmaiyê serdana bajarokê Erbet yê ser bi wîlayeta Silêmaniyê kir û ji aliyê berprisên hizbî û hikûmî ve hat pêşwazî kirin.

Cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li bajarokê Erbetê digel rêvebir û berprisên îdariyên deverê civiya û ji nêzîk guhdariya îhtiyacatên wan kir. Li gor şaredarê bajarokê Erbetê parsal 35 milyar dînar ji bo pirojeyên xizmetgozarî li wê deverê hatine serif kirin û hiujmareke pirojeyan di warê, perwerde, rê û pir, kareb û zîraetê de hatine encam dan.

Îmad Ehmed, ew pirojeyên heta nuha li devera Erbetê hatine kirin bilin nirxandin û got ku bajarokê Erbetê di gelek waran de baş pêşketiye û daxwaz ji berprisan kiri ku zêdetir giringiyê bi bajarok û devera Erbetê, weke deverek dêrîn, bidin.

Cîgirê serokê hikûmetê digel hevwelatiyên deverê civya û guhdariya daxwazî wan kir.
Cîgirê serokê hikûmetê û şandeya pê re serdana hijmaeke pirojeyên deveverê, wke du xwendingehên 18 sinfî ku yek ji wan bi buhayê yek milyar û 800 milyon dînar û ya din ji bi yek milyon 700 hezar tên avakirin, kir.
 

Nûçeyên têkildar