26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Şanaziyê bi referandumê dikim û qet jê nepoşman im

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di hevdîtinekê de li gel dezgeha NPR a Amerîkî dûpat kir ku, ew ji biryara encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ne poşman e û şanaziyê bi encama referandumê dike. Herwiha ragihand ku ewê pêdeçûneke cidî di pêwendiyên xwe de ligel Amerîka bikin.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê dide li ser helwesta dawî ya Amerîka beramber Kurdistanê dema ku, rê da artêşa Iraqê êrîşê ser Herêma Kurdistanê bike pêwîst bû pêwendiyên Kurdan li gel Amerîka berçav bigre û rê li ber êrîşê girtiba.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, helwesta Rûsya li himber referandûma serxwebûna Kurdistanê erênî bû.
Herwiha derbarê helwesta hikumeta Iraqê ya dujminatî , Serok Barzanî got ku, wan pêşbînî dikir ku Iraq sînoran bigre, lê çaverê nedikirin ku, ew êrîşî Herêma Kurdistanê bike.

Serok Barzanî tekez kir ku, ew ji biryara encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ne poşman e û şanaziyê bi encama referandumê dike. Serok Barzanî da zanîn ku ew kar ji bo serxwebûnê bikin.

Serok Barzanî dibêje: “Hêzên Iraqê ligel milîsên Şîe ku ji aliyê Îranê ve tên piştevanîkirin, destê xwe danîne Kerkûkê û di wê êrîşa ser Kurdistanê de çek û tankên Amerîkî bikar hatine û Amerîka tiştek ji bo rawestandina wê êrîşê nekiriye. Tankên ku Amerîka dabûn Iraqê ji bo ku pê şerê terorê bike, li dijî gelê Kurdistanê bikar tên. Ew helwêsta Amerîka dihêle ku baweriya gelê Kurdistanê bi Amerîka kêm bike û roj li pey roj ew bawerî lawaz bibe.”

 

Nûçeyên têkildar