26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Pêşmerge: Hêzên Pêşmerge gavekê paşve nakşin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî dibêje, ji bo bergiriya li axa Kurdistanê hemû amadekarî hatine kirin û Hêzên Pêşmerge gavekê ji çeper û sengerên xwe venakşin.

Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Moralê Pêşmerge bilind e û hemû amadekarî hatine kirin. Em wek Hêzên Pêşmerge naxwazin şer çêbibe û me ti gavê êrîşî kesî nekirine, lê eger êrîş bê ser me, em amade ne bergiriyê li xwe û axa xwe bikin û wan bi serşorî vegerînin, lewma jî em dibêjin Hêzên Pêşmerge gavekê jî paşve nakşin.”

Efendî wiha got: “Eger hêzên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê êrîşî ser Kurdistanê bikin, emê bi tundî bersiva wan bidin û êrîşa wan bişkînin û em nahêlin qet nêzîk bibin û Pêşmerge ji çeperên xwe venakişin.”

Nûçeyên têkildar