26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

McCain pesnê biryara Serok Barzanî dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di daxuyaniyekê de sînatorê komarîxwazan John McCain dibêje: "Barzanî wek zilamekî dewletê biryarek biwêr daye û pêgeha xwe ji bo hizmeta xelkê xwe bikar aniye."

John McCain diyar kir, ku ew bi hêvî ye veguhastina desthelatê bibe sedema çarekirina aloziyan û rê ji bo encamdana hilbijartinan li Herêma Kurdistanê û Iraqê xweş bike.

McCain got jî: "Emê berdewam bin li ser piştevanîkirina gotobêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, û emê berdewam bin li ser parastina Kurdistanê ji wan êrîşên bi alîkariya welatên cîran hatine encamdan."

Navhatî tekez kir, ku xelkên Herêma Kurdistanê dostên rast yên Amerîka ne û hêja ne ku di vê dema dijwar de Amerîka piştevaniya wan bike.

 

Nûçeyên têkildar