Demografiya Kerkûk û navçeyên Kurdistanî tê guhertin..Ew yek ji Heşda Şeibî re naçe serî

Kerkûk-KDP.info- Piştî dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê ji aliyê Heşda Şeibî û artêşa Iraqê ve, hewlên mezin û bi bername hene ji bo guhertina demografiya wan navçeyan. Pispore jî dibêje, ev bûyereke demkê ye û qet ew armanca wan naçe serî.
Rêveberê Polîsê Federal ê Irawê Rayîd Şakir Cewdet duhî ferman kiriye ku zimanê Kurdî li fermangehên fermî yên Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî, bê qedexekirin, hevdem hemû tabloyên ku bi Kurdî hatine nivîsandin, bê jinavbirin û bi Erebî bên nivîsandin. Herwiha hewl jî heye ku parêzgar û rêveberên Kerkûkê û derdora wê hemûyan bikin fermandarên Ereb.
Tê zanîn ku ev dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî piştî wê yekê hat ku roja 16ê meha borî çend kesan rêkeftin ligel Bexdayê kirin û xiyanet li Kerkûk û Kurdistanê kirin.
Hewlên guhertina demografiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê heman siyaseta hikûmetên Iraqê yên berê ye jî.
Pisporê di warê cografiya siyasî de Pro.Xelîl Îsmaîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji dema dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî û heta niha hewil tên dan ku demografiya wan navçeyan bê guhertin, ku ev yek jî li dijî destûrê Iraqê ye. Ev ne cara yekê ye ku hewl didin wan navçeyan bikin Erebî, lê belê ew yek xwedî dîrokeke dûr û dirêj e.”
Piştî ku wan dagîrkeran li navçeyên Kurdistanî dest bi kuştin û girtin û talankirin û şewitandina malê Kurdan kirin, welatên hevpeymanan daxwaz kirin ku ew destdirêjî bên rawestandin.
Pro.Xelîl Îsmaîl wiha got: “Ew rewşa ku niha li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî heye, berdewam nake û dê hewlên navdewletî û gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de vê rewşa derbas bike û dîsa wan navçeya vegerîne rewşa berê, ku divê ew navçe bi hevahengî ligel Kurdan bên îdarekirin. Hikûmetên Iraqê nikarîn wan navçeyan ji Kurdistanîbûna wan dûr bikin û niha jî hikûmeta Iraqê nikare wê yekê bike.”
Çavdêrê siyasî Kawêz Mela Perwêz jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji aliyê Heşda Şeibî ve ne tenê metirsî ye li ser Kurdistanê, lê belê ji ber hewlên avakirina Hîlala Şîiî, metirsî li Suneyan jî heye û Şîeyên Iraqê ji bo wê yekê kar dikin. Ev yek jî xizmeta welatê wan nake û dê encamên wê yên xerab hebin.”
Cîgirê Berpirsê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk-Germiyan Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Heşda Şeibî hewl dide ku Erebên Sune hemûyan ji Kerkûkê derxîne û Kerkûk bikin bajarekî Şîeyan. Îranî jî li wê derê ne û bi cidî kar ji bo wê yekê dikin. Rewşa Kerkûkê ber bi çarenivîseke nexuyayî ve diçe û rojane gef û kuştin û girtin li dijî Kurdan zêde dikin. Hemû deselat jî di destê kesekî Ereb de ne ku wek parêzgar hatiye diyarkirin.”
Wî berpirsê PDKê wiha got: “Heşda Şeibî hemû rêveberên fermangehên hikûmî yên Kerkûkê guhertine û Ereb li şûna wan danîne. Rêveberê tapoya erd û xaniyan li Kerkûkê guhertine û kesekî Ereb li şûna wî danîne, ew jî belge ye ku dixwazin bi bername û pilan Kurdan ji Kerkûkê derbixin û xelkê xwe li wir deynin. Ew kesên ku xiyanet li Kerkûkê kirin, li hêviya kursiyan bûn li Kerkûkê, lê Heşda Şeibî tiştek neda wan.”
Diyarî Husên wiha domand: “Bexda biryarek daye ku her Iraqiyek dikare nifusa xwe veguhêze ser Kerkûkê û ev yek jî diyar dike ku dixwazin hejmara Ereban li wir zêde bibe û nahêlin madeya 140 a destûrî cîbicî bibe.”




