26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Divê êrîşkerên ser navenda YNKê bên girtin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrişa bo ser baregeha Komîteya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Zaxoyê bi tundî şermezar kir.

Polîtboruya PDKê di daxuyaniyekê de daxwaz ji dezgehên pêwendîdar kir, ku “encamderên wî karî bi zûtirîn dem desteser bikin û rêkarên yasayî li dijî wan cîbicî bikin.”
Di daxuyaniyê de herwiha PDKê êrişa bo ser baregeha Komîteya YNKê ya li Zaxoyê şermezar kir û daxwaz ji dezgeh û aliyên pêwendîdar kir: “Hişyar bin di parastina binke û baregeha hemû partiyan û rê nedin ku fitnekar û xirabekar hewla têkdan û alozkirina rewşa Kurdistanê bidin.”
 

Nûçeyên têkildar