Serok Barzanî: Ezê weke pêşmergeyekî berdewam bim

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî nameyek ji Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê re şandiye û tê de ragihandiye: “Berdewambûna xwe di wî postê de red dikim û nabe ku pêdeçûn bi Yasaya Serokatiya Herêmê were kirin an temenê Serokatiya Herêmê were dirêjkirin.”
Serok Barzanî red dike ku di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê de berdewam be û dijatiya xwe jî li gel hemwarkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê yan jî dirêjkirina temenê Serokatiya Herêmê aşkere dike.
Ev jî naveroka nameya Serok Barzanî ye ku ji Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê re şandiye:
“Ji bo Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê
Silavekî germ
Li gorî fermana Herêmî ya hejmar (128) li 12-07-2017 me daxwaz kiribû hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê di roja 01.11.2017 de bihê encamdan. Lê belê ji ber sedemên siyasî û ewlehî û teknîkî û nebûna berbijêrê Serokatiyê, Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê, amadekariyên ji bo her du hilbijartinan hilweşand û di 24-10-2017 de li Parlamentoya Kurdistanê temenê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo demeke dû xulên yasadananê hate dirêjkirin.
Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabe ku yasaya Serokatiyê bihê hemwarkirin an temenê Serokatiya Herêma Kurdistanê bihê dirêjkirin. Pêwîst e bi zûtirîn dem kom bibin ji bo ku valahiyeke siyasî di erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de çê nebe û ev babet bihê çareserkirin.
Ez jî weke Mesûd Barzanî yê pêşmerge, di nava cemawerê gelê me û pêşmergeyên ezîz de li ser xebat û têkoşîna ji bo destxistina mafên rewayên gelê me û berevanîkirina di ber destkevtên milletê me de berdewam dibim.
Mesûd Barzanî
28.10.2017”




