Berbeharî: Xala sînorî ya Pêşxaburê nehatiye girtin û tevgera bazirganî berdewam e

Pêşxabûr-KDP.info- Rêveberê Xala Sînorî ya Pêşxabûr Şewket Berbeharî red kir ku xala Pêşxabûrê ya di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de hatibe girtin û dibêje tevgera bazirganî jî hêj berdewam e.
Şewket Berbeharî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew nûçeyên ku dibêjin deriyê sînorî hatiye girtin, nerast in û tenê yek deqeyê jî ne sînor hatiye girtin û ne jî tevgera bazirganî hatiye rawestandin.”
Berbeharî wiha got: “Rojane xelkê Rojava tên Başûr û vedigerin, herwiha alîkariyên mirovî jî bo Rojavayê Kurdistanê tên şandin û tevgera bazirganî jî berdewam e.”
Rêveberê Xala Sînorî ya Pêşxabûr Şewket Berbeharî wiha domand: “Tevgera bazirganî li gol Rojava êdî zêde kiriye û mixabin hinek dezgehên ragihandinê nûçeyên nerast belav dikin.”




